Слова песни Aram Tigran — Zînê ♫ Evina FeQiya Teyran Курдская Музыка ♫


Полный текст песни


☼★ MMC Mesopotamia Music ChanneL ★☼
http://vk.com/KurdishMusic

http://vk.com/KurdYek

Nergiza Zînê
Şepal û Nêrgiza lê Zînê
Qeşengî bi nazî şêrînê
Hem gulî rihanî bi bîhnê
Tu melhema ser birînê

Dîlber were tu çi kubarî
Memik ji sêvan û hinarî
Nêzî min be were bi diyarî
Tu weke birûsk û arî

Ew dev û lêvên te yî qirmisî ne
Rûkên te yî sor weke hingivî ne
Nav bexçê me weke gula şîne
Ber êvarê boyî min şîvîne
Te hîv û roj li min kire tarî
Li ser min teyrok û baran barî
Çima nêzîk dibî bi dilsarî
Dil û ceger şikand bi yek carî
Gotin: D. Mîdî
Muzîk: Aramê Dîkran




Текст добавил: Андрей Курышев